Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan jiber Hazirîya Qedexekirina Petrola Rûsî Rexne li YE Dike


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen rexne kir.

Viktor Orban îdia kir ku Ursula von der Leyen bi pêşnîyara ser qedexekirina petrolê ya Rûsya êrîşî Yekîtîya Ewrupa (YE) kiriye.

"Seroka Komîsyona Ewrupa, bi zanebûn yan jî bi nezanebûn, êrîşî YE kiriye û Der Leyen xeta sor derbaz dike. Di destpêkê de me eşkere kiribû ku wê xeta sor hebe, ew jî ambargoya enerjîyê ye û wan ew xeta sor derbaz kiriye," Orban got.

Wî ev daxuyanîyana ji radyoya dewletê ya Macaristanê re ragihand.
XS
SM
MD
LG