Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Dêrsîmê Maçoglu: Şewata Daristanên Çîyayên Xozatê Didome'


Fatih Macoğlu
Fatih Macoğlu

Daristanên çîyayên bajarokê Xozatê ya li Dêrsîmê du roj in ku dişewitin.

Tevî ku walîtîya Tuncelî bi daxuyanîyekê ragihand ku şewat di bin kontrolê de ye, şaredarê Dêrsîmê Fatih Maçoglu got ku şewata daristanan hîn didome.

Maçoglu, piştî bangewazîya bajarvanê Xozatê, Seyfî Geyîk bi bajarvanên bajarokan xwestine ber bi herêma ku şewat heye herin, lê polîs û leşkeran ew asteng kirine.

''Weke hecêt ji me re gotin ku qedexe ye em herin jiber ku herêma ewlehîya taybet li wir hatiye ragihandin,' wî got.'

Maçoglu da zanîn ku jiber ku şewat li çîya ye, wesayîtên vemirandinê jî nikarin herin wan deran loma pêdivî bi mirovan heye.

''Darên deverê mazî ne û şewata daristanan ji çiloyan û gulîyên hişk ên daran destpê dike. Loma divê dora herema ku dişewite were kolandin ku agir bi pêş ve neçe.''

Bajarvanê Dêrsîmê bi bîr xist ku Wezirê Karê Navxweyî û Wezîrê Daristanan roja Duşemê bang li sazîyên dewletê kiribûn ku di rewşên awarte ya xwezayê de hevkarî bikin.

''Wezîr mafdar in, lê şaredarî jî dezgehên fermî yên dewletê n. Divê hewildanên me jî neyên asteng kirin. Niha ji gundên derdorê ji me re dimen tên ku şewat didome. Gundî dibêjin dema dimenan weşandin navê wan nebêjin jiber ku dîyar e çavê gundîyan tirsandine ku ser rewşa şewatê agahî nedin.''

Maçoglu da zanîn ku walîyê bajêr gotiye ku şewata daristanan di encama pevçuneke di operasyoneke leşkerî de çêbûye.

XS
SM
MD
LG