Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Frensa Komkujiya Cezayîriyan ya Sala 1961 Wek “Sûcekî Nayê Efûkirin” Binav Dike


Serokê Frensa Emmanuel Macron
Serokê Frensa Emmanuel Macron

Serokê Frensa Emmanuel Macron îro Şemiyê komkujiya berî 60 salî ya dijî xwepêşanderên Cezayîr li Parîsê şermezar kir û ew wek "sûcekî ku nayê efûkirin" bi nav kir.

Di wê xwepêşandanê de, polîsê Frensî bi fermana serokê polîs yê wê demê Maurice Papon, êrîşî xwepêşanderan kiribû û gelek ji wan avêtibûn nav çemê Sînê.

Xwepêşandana 25 hezar Cezayirîyên alîgirên Eniya Rizgariya Niştimanî li dijî qedexeya derketinê bû ku li ser Cezayiriyan hatibû sepandin.

Nivîsgeha Macron di daxuyaniyekê de got ku ew xwepêşandan bi awayekî “tund, hovane û bi xwînî’ hatibû rawestandin.

Daxuyaniyê got ku dora 12 hezar Cezayîrî hatibûn girtin, gelek birîndar bibûn û bi dehan hatibûn kuştin.

Macron li ser pira Bezons ya rojavayê Parîsê beşdarî salvegera bîranîna vê komkujiyê bû, cihê ku xwepêşandanan jê dest pê kiribû.

Daxuyaniya koşka Elysee nîşan bi wê yekê da ku gunehkariyên wê şevê bi fermana Maureice Papon ji aliyê komarê ve nayên bihurandin.

Hejmara fermî ya kesên kuştî qet nehat belavkirin lê hin dîroknas dibêjin ew dora 200 kesî bû.

Salvegera îsal ya wê komkujiyê dibe di demekê de ku girjî di navbera Parîs û Cezayîrê de gur in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG