Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Êrîşa Dijî Kurdan ya Parîsê Şermezar Kir


France Paris Shooting
France Paris Shooting

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Înê got ku Kurd bûne armanca êrîşeke terorîstî ya hovane.

“Kurdên Fransa di dilê Parîsê de bûn armanca êrîşeke hovane. Dilê me bi qurbanîyan û bi wan kesên têkoşîna jîyanê didin re ye û bi malbat û hezkirîyên wan re ye,” Macron ji ser Twitterê got.

Sîyasetavanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşa dijî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li Parîsê şermezar kir.

“Ez êrîşa dijî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li Parîsê şermezar dikim, jibo merivên kesên ku jîyanên xwe hinda kirine re û ji gelê me re sersaxî, ji birîndaran re qencbûnê dixwazim. Erka karbidestên Fransî ye ku vê êrîşê bi hemî alîyan ve ronî bike. Emê şopdarê vê êrîşê bin.”

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin jî got ku êrîşvan bi awayekî eşkereyî xwestiye ku bîyanîyan bike armanc, lê delîl di destê wan de tuneye ku wî bi taybatî Kurd kirine hedef.

Sîyasetvanê Fransî yê navdar Jean-Luc Melenchon jî xemgînîya xwe ya ser êrîşê dîyar kir.

“Xemgînî û hêrsbûn di êrîşa terorîstî ya dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya li Parîsê. 10 sal berê jî, hema di van rojan de 3 rêberên Kurd, di dilê Parîsê de hatine kuştin. Êdî bes e! Divê emhevalbendên xwe yên Kurd li vir û li wir biparêzin.”

Dozgera Parîsê Laure Beccuau jî ragihand ku zilamekî 69 salî yê bergumanê êrîşê hatiye desteser kirin û ew kes berî demeke kin ji binçavkirinê hate berdan ku bê girtin were darizandin.

XS
SM
MD
LG