Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Girtina Durov Ne Biryareke Sîyasî Ye


Serokê Fransa Emanuel Macron îro Duşemê got ku Pavel Durov li Fransayê di çarçoveya lêpirsîneke dadwerî ya domdar de hatiye girtin û alîyekî sîyasî ya girtina wî tuneye.

Macron got ku wî agahîyên derewîn yên ser girtina Pavel Durov xwend û got ku Fransa bi pêgirî girêdayî azadîya axaftinê ye.

Daxuyanîya Macron ya ser X piştrastkirina fermî ya yeke ya ser girtina Durov e ku du roj berê li firîngeha Le Bourget li dervayê Parîsê hatibû binçav kirin.

Tunebûna pejirandina fermî ya ser girtina Durov bûbû sedema gotegotên derbarê sedemên binçavkirina wî.

Xwedîyê platforma X Elon Musk girtina Durov rexne kir û got ku azadîya axaftinê li Ewrupa di bin êrîşan de ye.

Moskow jî bang li karbidestên Fransî kir ku rêze li mafên Durov bigirin.

Durov ku mîlyarderekî 39 salî ye, li Rûsya dayik bûye lê hemwelatîyê Fransa û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb e û dibêje ku kompanya wî Telegram rêze li qanûnên Yekîtîya Ewrupî digire û di warê kontrolkirina naverokê te wek kompanêyln din yên mesajşandinê ne û ew tim hewil didin ku karê xwe baştir bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG