Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Bang Li Îranê Dike Ku Piştgirîya Rûsyayê Li Ukraynayê Rawestîne


Koşka Elysee got ku serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemîyê daxwaz ji hevtayê xwe yê Îranî Ebrahîm Raîsî kir ku "demildest" piştgirîya Tehranê ji êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê bi dawî bike, di nav de jî dabînkirina dronan ji bo Moskoyê.

Macron di pêwendiyeke telefonî de bal kişand ser "encamên cidî yên ewlehî û mirovî" yên radestkirina dronên Îranê "û ji Tehranê xwest ku tavilê desteka ku bi vî awayî dide şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê bi dawî bike".

Ev bang hat rojekê piştî ku berdevkê ewlekariya niştimanî ya Koşka Spî John Kirby got ku Rûsya materyalan ji Îranê werdigire da ku kargeheke drone li ser xaka xwe ava bike ku "dibe ku di destpêka sala bê de bi temamî bixebite".

Koşka Spî wêneyeke satelîtê ya cîhê navenda plankirî ya li herêma aborî ya taybet a Alabuga ku 900 kîlometre li rojhilatê Moskoyê ye, weşand.

Kirby di daxuyaniyekê de got, li gor zanyariyên îstixbarata Amerîkî: "Hevkariya leşkerî ya Rûsya û Îranê her diçe kûrtir dibe."

Amerîka ragihand ku Rûsya bi sedan dronên Îranê wergirtine da ku êrîşî Kyivê û kiryarên terorîst li dijî Ukrayniyan bike, lê Tehran van tawanbariyan red dike.

Kirby got, li gorî daneyên Amerîkî, dron li Îranê têne çêkirin, di ser Deryaya Qezwîn re têne şandin "û piştre ji hêla hêzên Rûsî ve li dijî Ukraynayê têne bikar anîn".

Koşka Spî got ku ew ê şîreteke hukûmetê ya nû derxîne da ku alîkariya karsaz û hukûmetan bike "ji bo piştrast bikin ku ew bi nezanî beşdarî bernameya (dronan) ya Îranê nebin".

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG