Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Serdana Bajarê Mûsil Û Herêma Kurdistanê Dike


Macron li Bajarê Mûsil
Macron li Bajarê Mûsil

Serokê Fransa Emmanuel Macron serdana bajarê Mûsil dike li bakurê Îraqê ku berî niha bingeha Dewleta Îslamê DAIŞê bû li Îraqê.

Serdana serokê Fransa Emmanuel Macron roja Yekşemê bo bajarê Mûsil, rojekê piştî wê biryarê hat ya ku jibo hiştina hêzên Fransî dayî li Îraqê.

Li bajarê Mûsil Macron serdana dêra mezin kir, li wêderê daxwaz ji pêkhateyên olî kir da ku "Bi hevre karbikin û welatê xwe avedan bikin," Macron herwiha got "Ewê Konsulxane û Xwêndingehek Fransî vekin" li bajarê Mûsil.

Ev soza serokê Fransa di wî çaxî de bû ku rexenyên derbarê mandila kirina Mûsil û avakirina wê tên kirin ku gelek di xav û hêdî ne.

Li Mûsil şerê herî giran li dij rêxistina terrorist ya Dewleta Îslamê hatbûn kirin, sala 2017ê, piştî 3 salan ji şerên dijwar bajarê Mûsil hat rizgar kirin.

Emmanuel Macron ku jibo beşdariya Konferansa Bexda ya Hevkarî û Hevpariyê hatûb Bexda roja Şemiyê di konferansê de peyvek pêşkeş kir û soza hiştina hêzên Fransî li Îraqê dabû.

Di Konferansa Bexda de, bi giranî li ser şerê li dij terorê û dest biserda girtina Afgansitanê ji aliyê Talîbanê de û vekişîna hêzên Amerîka li wî welatî hatbû rawestîn.

Di preskonfersa xwe ya li Bexda de, Emmanuel Macron gote raportvanan "Biryara Amerîka her çi be, emê mana xwe li Îraqê dirêj bikîn, jibo şerê li dij terorîzmê."

Macron li Bajarê Mûsil
Macron li Bajarê Mûsil


Di dema serdana xwe ya Mûsilê de, Macron serdana mizgefta "Al-Norî" kir, ew mizgefta Abubekir Al-Bexdadî damezrênerê Dewleta Îslamê- DAIŞê xîlafet tê de ragihandbû.

Roja Înê serokê Fransa tevî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al-Kazimî serdana mezargehê Îmam Musa Al-Kazim kir li Bexda, li taxê Kazimiye, ku mezargeheke pîroz yê musilmanên şîa mezheb e.

Her îro Yekşemê Serokê Fransa serdana bajarê Hewlêr jî kir, ku paytexta Herêma Kurdistana Îraqê ye. Li gel hêzên taybet yên Fransî tevî serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî civya û li bere ku ligel Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicive.

XS
SM
MD
LG