Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Çekdarên Îslamî ku li Moskowê Xistin, Hewil Dan Êrîşî Fransa jî Bikin


Serokê Framsa Emmanuel Macron îro Duşemê got ku çekdarên ku li Moskowê 137 kuştin, endamên beşeke şaxê Dewleta Îslamî bûn ku di mehên borî de jimareke caran hewil dabûn ku li Fransa êrîşekê pêk bînin.

Çavdêr dibêjin ku daxuyanîya Macron nîşan dide ku çima tedbîrên ewlekarîyê zêde bûne.

Serokwezîrê Fransa Gabriel Attal jî got ku ewê asta hişyarîya ewlekarîyê li seranser welêt zêde bikin û pirtir leşker di amade bikin ku cîhên girîng yên wek dibistanan biparêzin.

Tevî ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa roja Înê ya li Moskowê girtîye ser xwe, Rûsya îdia dike ku destê Ukrayna di wê êrîşê de heye.

Macron got ku êrîşa li Moskowê ji alîyê Dewleta Îslamî ve hate kirin û ew koma tundra nix we ew yek hilgirt ser xwe. “Agahîyên destê me û hevkarên me jî wê pêzanînê piştrast dikin ku ew kom beşek ji Dewleta Îslamî ye û ji êrîşa Moskowê berpirs e.”

Macron dîyar kir ku wan ji destpêka salê heta niha hewilên du êrîşên wiha pûç kirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Fransa di deh salên borî de bûbû armanca jimareke êrîşên îslamî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG