Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Ewê Daxwaza Cuntaya Nîjerî Qebûl Nekin


Macron û Bazoum li Qesira Elysee ( 12/11/2021)
Macron û Bazoum li Qesira Elysee ( 12/11/2021)

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê dîyar kir ku ewê daxwaza reberên cuntaya Nîjerê bi cîh neyînin û balyozê Fransî yê li wî welatî venekişînin.

Macron dubar ekir ku Fransa piştgirîya biryara Serok Mihemed Bazoum dike ku naxwaze dest ji karê xwe berde.

"Ez bawer dikim ku sîyeseta me rast e; ku girêdayê wêrekîya Serok Bazoum û sozên balyozê me yê niha li qadê ye, ku tevî hemû zext û daxuyanîyên karbidestên neqanûnî li ser pêyan e," Macron got.

Cuntaya Nîjerê, ku di derbeya 26’ê Tîrmehê de dest danîbû ser desthilatdarîya sivîl, roja Înê ferman dabû balyozê Fransa Sylvain Itte ku di nav 48 saetan de ji welêt derkeve.

Macron di civîneke girîng ya bo diplomatên Fransî de piştrast kir ku balyoz Itte ji paytexta Nîjerê Niamey beşdarî civînê dibe.

"Fransa û dîplomatên wê di van mehên dawî de li hin welatan bi taybet bi rewşên dijwar re rûbirû man, ji Sûdanê, heta Nîjerê. Ez spasîya hevkarên me dikim ku li ser erdê guhdarîya me dikin."

Macron got ku ew kesên ku darbe pêk anîye nas nakin û ew piştgirî didin serokekî ku dev ji erka xwe bernedaye."

Serokê Fransa Macron herwiha hin banga ji Amerîka û Ewrupa red kir ku dixwazin welatên Rojavayî dest ji piştgirîya Bazoum berdin.

Hêjayî balkişandinê ye ku bloka serekî ya Afrîqaya Rojava, ECOWAS hewil dide ku bi rêberên darbeya Nîjer re danûstandinan bike.

ECOWAS dibêje ku ger hewilên dîplomatîk têk biçin, ew amade ye leşkeran bi cîh bike ku nîzama destûrî vegerîne.

XS
SM
MD
LG