Xwenîşanderên Fransî protestoyên ser kuştina xortekî 17 salî didomînin û xwepêşandan di serî de Parîs, li Toulouse, Lyon, Lille û jimareke bajarên din çêdibin.
Serdozgerîya Nanterre xwest ku polîsê ku gule reşandiye ser gel jiber ‘’kuştina bi mebest’’ were darizandin.
Li gor serdozgerîya Nanterre polîsê ku ciwanê 17 salî kuştiye, qanûnên ser karanîna çekan bi cîh neanîye.
Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin dîyar kir ku di protestoyan de 150 kes hatine desteser kirin.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron got ku ewê bi ti awayî tundûtjîyê qebûl nekin.
Wî bang li hemwelatîyên Fransa kir ku aram bin. "Êrîşên dijî avahîyên şaredarîyê, dibistanan û navendên polîstan bi ti awayî nayê qebûl kirin ku ew tevger dijî Komara Fransa ne," Macron got.
Hêjayî balkişandinê ye ku opozîsyona rast, û rastgirên tundrê bang li hikûmetê dikin ku rewşa awarte ragihîne.
Jêder: AFP, VOA