Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Derbarê Êrîşên Ser Sûriyê Tirkiyê Hişyar Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fransa Emmanuel Macron.

Serokê Fransa Emmanuel Macron hişyariyê dide Tirkiyê da ku, êrîşên ser şervanên Kurd li Bakurê Sûriyê neke behanek bo dagîrkirina wî welatî, Macron, ji Enqerê dixwaze derbarê liv û tevgera heyî hevkarîyê ligel hevpeymanan bike.

Macron, di hevpeyvîna roja Çarşemê ya rojnama Fransî Le Figaro de, encam dayî dibêje "eger ku, zelal bibe ev tevgera leşkerî ya Tirkiyê ne tenê li dijî metirsiya terorê ya liser sinor e, û veguhêze bo êrîşên dagîrkirina Sûriyê, ev dê jibo me weke pirsgirêkek cidî be".

Macron dîsan dibêje, ewê vê meselê car din bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re behis bike, dîsan da zanîn ku, êrîşên Tirkiyê pêwîstî heye ku, Ewrupî bi şêweke berfirehtir derbarê wê biaxivin, dîsan hevpeyman danûstendinan derbarê wê encam bidin.

Tirkiyê hefetya derbazbûyî dest bi êrîşên leşkerî yên bejahî û esmanî kir bû, li Bakurê Sûriyê Şervanên Kurd yên YPG'ê li herêma Efrîn kirine armanc.

Ev êrîşên Tirkiyê bo sedema destpêkirina eniyek şer ya nû, di şerê navxweyê Sûrî yê 7 salan de, Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê weke dirêj pêdana PKK'ê dibîne, lê Amerîka û Fransa wan biçek dikin û weke hevpymanên xwe yên şerê li dij DAIŞ'ê dibînin, li Sûriyê.​

XS
SM
MD
LG