Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Amerîka Divê Leşkerên Xwe ji Sûrîyê Venekişîne


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bang li Serokê Amerîka Donald Trump kir ku piştî têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê venekişîne.

Macron, berî serdana xwe ya Amerîka ji kanala Fox News’ê re dîyar kir ku ‘’ger Amerîka leşkerên xwe vekişîne ewê herêm bikeve destê Esad û Îranê''

‘’Bi vî awayî ewê bo şerekî nû amadekarîyan bikin û hin terorîstên nû çêkin’’ Macron got.

Macron dîyar kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê, Amerîka, Fransa û hevalbendên din dê di jinûve avakirina Sûrîyê de rolekî girîng bilîzin.

Trump dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin û piştî îdiayên êrîşa kîmyayî li Duma ya Sûrîyê, Amerîka, Fransa û Brîtanya dijî wî welatî êrîşên esmanî li dar xistibûn.

Serdana Macron ya Amerîka îro Duşemê destpê dike û dê sê roj bidome.

Macron û Trump, sibê Sêşemê dê li Qesra Sipî bicivin.

XS
SM
MD
LG