Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dê bi Biden re di Hilcivîna G20'an de Bicive


Serokê Fransayê Emmanuel Macron
Serokê Fransayê Emmanuel Macron

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Sêşemê ragihand ewê bi hevtayê xwe yê Amerîka Joe Biden re, li Romayê di hilcivîna Koma 20'an ya di dawîya Cotmehê de, bicive.

Emmanuel Macron armanca civînê wek "jinûve beşdarbûna tekilîyan" û piştî pirsgirêke ser peymana leşkerî ya Amerîkî ya bi Avusturalya re, pêşve bimeşin., bi nav kir.

Macron dema ku jibo xwarina hilcivîna Koma 20'an hat Slovenyayê ser mijarê axifî.

"Emê di hilcivîna G20'an de bicivin.Ez bawer dikim ku ew dema rast e ku em bibînin ka em çawa dikarin jinûve tevbigerin. Civîn di derbarê rastîyan de û li ser bi hev re çi bikin de ye. "

Biryara Avusturalya ya betalkirina peymaneke bo çêkirina keştîyên binavê yên navokî ya bi Fransayê re û şûnê de kirîna keştêyên Amerîka, wekî beşek ji hevalbendîya ewlehîya nû yapeymana AUKUS'ê bi Washington û London re, Parîs aciz kiribû.

XS
SM
MD
LG