Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron bo Bang li Civata Ewlekarî Dike ku Demûdest Bicive


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron biryara Serokê Rûsya Vladimir Putin ya bo naskirina serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna şermezar kir.

Macron ser biryara Putin bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku demûdest kom bicive.

Piştî daxuyanîya Putin, Macron li Qesira Elysee civîna ewlekarîyê li dar xist û piştre bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re ser rewişa dawî axifî.

Qesira Elysee ragihand ku Rûsya ‘’bi naskirina serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna berpirsîyên navneteweyî binpê kirine û êrîşî serxwerîya Kîevê kiriye.’’

Li gor daxuyanî qesirê, Macron bang li Civata Elwekarî ya NY dike ku demûdest kom bibe û dixwaze toleyên Ewrupa yên dijî Rûsya werin pejirandin.

XS
SM
MD
LG