Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Danûstandinên Ser Girjîya Ukrayna û Rûsya Didomîne


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ku bo Yekîtîya Ewrupa (YE) seroktîya demkî dike, danûstandinên bo çareserîya girjîya Rûsya û Ukrayna didomîne.

Jêderên fermî yên Parîsê dibêjin ku Macron dê di rojên pêş de ser girjîyê bi Serokê Amerîka Joe Biden û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re jî danûstandinê bike.

Danûstandinên ser kêmkiriya girjîya Ukrayna û Rûsya bi hewildanên Amerîka destpê kiribûn û herî dawî Erdogan jî dîyar kiribû ku ew dikare bo çareserîyê bibe navbeynkar.

Macron roja Pêncşemê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy di nav de bi jimareke serokan re axifîbû.

Ew dê roja Duşemê li Moskowê bi Putin re, roja Sêşemê jî li Kîevê bi Zelenskiy re rûbirû bicive.

Lê Macron berî serdana Moskow û Kîevê di dawîya hefteyê de jî danûstandinan bidomîne.

Serokomarê Fransa dê roja Şemîyê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re bi rêka telefonê biaxife.

Jêderên ji Qesira Elysee dibêjin ku Macron dê bi Biden û Erdogan re jî bicive, lê dema hevdîtinên bi wan re hîn ne dîyar e.

Piştî Macron, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî dê ser girjîya Ukrayna û Rûsya danûstandinan bike.

Scholz hefteya pêş dê berê here Washingtonê û bi Serok Biden re bicive.

Ew dê di 14’ê Sibatê de berê here Kîevê û dûre jî dê di 15’ê Sibatê de here Moskowê.

XS
SM
MD
LG