Hin rêberên Ewrupî yên ku bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re danûstandin çêkirine ketin karantînê.
Qesira Elysee roja Pêncşemê dîyar kiribû ku testa vîrusa korona ya Macron pozîtîf derketiye û dabû zanîn ku ewê hefteyekê di karantînê de bimîne.
Macron di rojên dawî de hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE) jî di nav de beşdarî hin civînên payabilind bûbû.
Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez, Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel û Sekretera Giştî ya OECD’ê, ku bi Macron re danûstandin kiribûn, ketin karantînê.
Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa, ku roja Çarşemê bi Macron re firavîn xwaribû, hemî randevuyên xwe û planên xwe yên din paş xistin û da zanîn ku ewê di karantînê de bimîne.
Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo û Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel jî jiber danûstandinên bi Macron re ketin karantînê.
Li Fransa, serokwezîrê welêt Jean Castex û serokê parlamanê Richard Ferrand jî dîyar kirin ku ewê di karantînê de bimînin.