Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Bang li Gel Dike ku ji Malên Xwe Dernekevin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tedbîrên nû yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona ragihandin.

Macron bang li gel kir ku heta ne pêwîst be ji mal dernekevin û dîyar kir ku kî li gor tedbîran tevnegere ewê werin ceza kirin.

‘’Ez dizanim ku tiştên ez ji we dixwazim we berê ti car nedîtiye, lê jiber rewşa niha ew hewce ne. Em di cengê de ne’’ Macron got.

Wî da zanîn ku leşkerên artêşê dê bo veguhestina nexweşan alîkarîyê bikin û dîyar kir ku ewê nexweşxaneyeke leşkerî ya li sînorê Almanya jî bikar bînin.

Macron bi berdewamî dîyar kir ku gera duyê ya hilbijartinên herêmî hatiye paş xistin.

Li Fransa, bar, restoran û xwendingeh jî jiber vîrusa korona hatine girtin.

XS
SM
MD
LG