Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê îro Înê hikûmeta nû ragihîne.
Reutersê ew agahî ji zarê Serokomarîya Fransa ragihand.
Kabîneya nû ya Macron dê roja Duşemê civîna pêşî çêke.
Macron bo serokwezîrîyê Wezîra Kar Elisabeth Borne bijart.
Li Fransa nav 30 salan bi tenê du caran jin bo serokwezîrîyê hatin bijartin.