Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Divê Hêzên Kurdan yên li Sûrîyê Werin Parastin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser rewşa Sûrîyê axifîn.

Qesra Elysee piştî axaftina her du rêberan ragihand ku Macron ji Putin re gotiye ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî de (DAIŞ) ‘’divê bi taybetî berevanîya Kurdan were kirin’’

Li gor daxuyanîya Qesra Elysee, Macron bi bîr xist ku li Sûrîyê têkoşîna dijî (DAIŞ) hîn bi dawî nebûye.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê dabû zanîn ku piştî vekişîna ji Sûrîyê jî ew dê li herêmê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, ji alîyê Tirkîyê ve ‘’rêxistina terorîst’’ tê hesibandin.

XS
SM
MD
LG