Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Hikûmeta Lîbya û Serhildayan li Hev Tîne


AFP'ê ragihand ku hikûmet û serhildayên Lîbya, ku ji 2011'an vir ve şer dikin, ser agirbestê û lidarxistina hilbijartinê li hev kirin.

Ajansê da zanîn ku Serokwezîrê Lîbya Fayiz El-Sarac, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirîya hikûmeta wî dike, û Xelîfe Qasim Xeftar yê bi piştgirîya Misir kontrola rojhilata Lîbya bi dest xistîye, bo bernivîsa agirbestê li hev kirine.

Her du alî bi navbeynkarîya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron cara yekê dest dane hevdu. Nûnerê Lîbya yê NY'ê Ghassam Salame seroktîya hevdîtinên aştîyê dike.

Hikûmet û serhilda, bo ku di dema herî nêz de hilbijartin li dar keve, dê dest bi xebatan bikin.

Yek ji armancên sereke yên siyasî yên Macron, bidawîkirina şerê li Lîbya bû.

Di serê de Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, berê gelek dewlet hewil dabû ku agirbestekê li Lîbya pêk bîne, lê hevdîtin negihaştibûn ti encamê.

XS
SM
MD
LG