Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomara Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê kom dibin.
Her du rêber dê derbara planên reforma Yekîtîya Ewrupa (YE) danûstandinan bikin û yek ji mijarên sereke ya civînê dê kêşeya Sûrîyê be.
Merkel da zanîn ku bi Macron re dê bo dîtina çareserîyên hevbeş bicive.
Merkel û Macron dê berê preskonferanseke hevpar li dar xînin û dûre jî dê li ser nûkirina Yekîtîya Ewrupa (YE) ya piştî Brexitê biaxifin.
Macron di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrupa de dabû zanîn ku li welatên yekîtîyê nijadperestî zêde dibe û dîyar kiribû ku divê YE hin reforman bike.
Merkel û Macron dê hefteya pêş bi Serokê Amerîka Donald Trump re kom bibin.