Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Putin Ser Kêşeyên Sûrîyê Axifîn


Serokomarê Fransa Emmaneuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Înê bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Serokomarîya Fransa bi daxuyanîyekê ragihand ku Macron bang li Putin kiriye ku bo girjîya li Sûrîyê bi dawî bibe hemî hêza xwe bi kar bîne.

Li gor daxuyanîyê, Macron ji Putin re got ku bo berevanîya sîvîlan û destpêka peyvajoya danûstandinan berê divê nakokîyên leşkerî biqedin.

Kremlînê jî da zanîn ku her du rêber ser daxwaza Macron axifîne û Putin ser biryarên hilcivîna li Tirrkîyê agahî dane wî.

Kremlînê dîyar kir ku bo çareserîya kêşaya Sûrîyê divê li Cenevrê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de komîsyoneke qanûna bingehîn were çêkirin.

XS
SM
MD
LG