Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bang li Azerbaycan û Ermenistanê kirin ku agirbestê ragihînin.
Kremlînê ser axaftina Putin û Macron dîyar kir ku wan ‘’agirbesteke demûdest’’ xwestiye.
Jêderên serokomarîya Fransa jî da zanîn ku her du rêber ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê ketine fikaran.
Rêberên Fransa û Rûsya, ku her du jî endamên Koma Mînskê ne, dibêjin ew hazir in ku li ser navê komê bang li Azerbaycan û Ermenistanê bikin û hewil bidin wan vegerînin ser dîyalog û danûstandinê.
Li gor jêderên serokomarîya Fransa, Macron û Putin hazir in ku bo çareserîya li herêmê lezekê bidin hewildanên dîplomatîk.
Yek ji endamên din yên Koma Mînskê, Amerîka ye. Çaverê ye ku Macron bi Serok Donald Trump re jî ser girjîya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de biaxife.