Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Rojava Divê Garantîyê Bide Rûsya


Serokomarê Fransa Emmanuel di axife, li ber wêneyên Serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy (Arşîv)
Serokomarê Fransa Emmanuel di axife, li ber wêneyên Serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy (Arşîv)

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku divê Rojava bifikire ka wê hewcedarîya Rûsya ya ser garantîyên ewlehîyê çawa çareser bike; heke Serok Vladimir Putin bo danûstandinên ser dawîkirina şerê li Ukrayna.

Yek ji xalên bingehîn yên ku divê em çareser bikin - wekî ku Serok Putin her gav dibêje- tirsa ku NATO bigehîje ber deriyên wê û şandina çekan ku dikare Rûsya tehdîd bike."

Macron destnîşan kir divê Ewrupa endazyarîya xwe ya ewlehîyê ya siberojê amade bike

" Ev mijar wê bibe beşek ji mijarên bo aştiyê; jiber vê yekê divê ew xwe amade bikin ku em çi bikin, çawa hevalbend û welatên endam biparêzin û çawa garantî bidin Rûsya roja ku ew vegere ser maseya danûstandinan."
.

Emmanuel Macron ev daxuyanî di hevpeyvîneke bi televizyona Fransî TF1 de ku îro Şemîyê hat weşandin de ragihand, ku di serdana wî ya li Amerîka ya hefteya borî hatiye tomar kirin.


Rûsya û Amerîka vê hefteyê gotin ku ew di prensîbê de ji danûstandinan re vekirî ne, her çend Joe Biden got ku ewê tenê bi Putin re biaxife; ger nîşan bide ku ew eleqedar e ku şer bi dawî bike.

Ukrayna jî dibêje, danûstandin pêkan e, tenê ger Rûsya dest ji êrîşan berde û hêzên xwe vekişîne.

XS
SM
MD
LG