Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Ruhanî Ser Peymana Navokî bi Telefonê Peyîvîn


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bi rêka telefonê ser peymana navokî axifîn.

Berdevikê Hikûmeta Îranê Alî Rebiî bi daxuyanîyekê da zanîn ku her du rêberan ji berê pirtir ser peymana navokî li hev kirine.

‘’Di gelek mijaran de hevbîrî pirtir bûne û bo Ewrupî di mijarên teknîk de sozên xwe bi cîh bînin danûstandin didomin’’ Rebiî got.

Rebiî di kanala dewletê de wekî din ti hûrgilî neda.

Serok Donald Trump, Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû.

Welatên Ewrupî hewil didin ku Amerîka vegerînin peymana navokî.

Îran li hember toleyên Amerîka dixwaze ku Ewrupî berevanîya wê bikin.

XS
SM
MD
LG