Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Înê mêvandarîya nûnerên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir ku rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk biribû.
Macron di hevdîtinê de soza berdewamkirina piştgirîya Fransa ji HSD’ê re ragihand ku hîn operasyonên dijî DAIŞ’ê didomîne.
“Fransa dê bi berdewamî piştgirîya HSD’ê bike ku dijî DAIŞ’ê şer dike ku ew rêxistina tundrê jibo ewlehîya cîhanê xeter e," ofîsa Macron di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand.
Macron herwiha soza alîkarîya diravî jî da Kurdan ku di krîza mirovahîyê de û aramkirina herêmên bin kontrola xwe de bi kar bînin.
Bi taybetî kontrolkirina terorîstên girtî yên DAIŞ’ê û malbatên wan wek kêşeyeke girîng li ser mile Kurdan disekine û ew pir caran daxwaza alîkarîyê ji cîhanê dikin.
Paytextên Ewrupî rewişa girtîyên DAIŞ’ê yên bin kontrola Kurdan ji nêz ve dişopînin jiber ku gelek ji wan hemwelatîyên wê parzemînê ne.
Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian di Nîsanê de ragihandibû ku ewê 1.1 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin ku jibo kesên derbider yên li kampa Holê were karanîn.