Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Fransa Macron Rastî Êrîşeke Sîleyî Hat


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di serdaneke li herêma Drome ya li başûrê welêt de rastî êrîşeke sîleyî hat.

Êrîşa sîleyî li cîhê ku Macron serdana hin xwendekaran kiribû çêbû.

Zilamekî li paş barîyerên ewlekarîyê, sîleyek li Macron yê bo silavê nêzîkî wî bûbû veda.

Parêzvanên Macron tavilê may li êrîşvan kirin û ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ser bûyerê du kes hatine desteser kirin.

Hîn nayê zanîn ku êrîşvên çima sîle li Macron vedaye, lê di dîmenan de xuya dibe ku ew dijî serokomarê Fransa dibêje.

Bajarvanê herêmî Xavier Angeli dîyar kir ku Macron dema maya parêzvanan ya li ser êrîşvên dîtiye gotiye ‘’berdin wî berdin!’’

Macron piştî êrîşê da zanîn ku bo ewlekarîya wî metirsî tune, dîyar kir ku ti tişt nikare wî ji karê wî dûr bixe.

XS
SM
MD
LG