Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emmanuel Macron û Abdul Fettah El Sissi Kom Bûn


Serokomarê Misirê Abdul Fettah El Sissi di serdana Fransa de bi hevtayê xwe Fransî Emmanuel Macron re kom bû. Di hevdîtinê de her du serokomar derbarê hevkarîya aborî û têkoşîna dijî terorê axifîn.

Karbidestên Fransa dîyar dikin ku bo îstiqrara herêmê Misir rolekî girîng dilîze.

Misir, bi taybetî li bakurê Nîvgirava Sîna dijî çekdarên cîhadî şer dike. Li herêmên din yên Misirê jî vê dawîyê êrîşên terorî zêde bûne.

Ji 2015’an vir ve, di navbera Fransa û Misirê de gelek peymanên ser firokên cengê, helikopter û muşekan hatin îmza kirin.

Serokomarîya Fransa bi daxuyanîyekê dîyar kiribû di hevdîtina bi Sissi re ewê binpêkirina mafên mirovan yên li Misirê jî were axaftin.

El Sissi, serokê darbeya sala 2013’an bû û serokomarê wê deme Muhammed Mursî ji desthilatê gêr kiribû. Piştî darbeye, li Misirê gelek rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan hatin girtin.

Endamên Rojnamevanên Bêsînor di xwepêşandaneke li Parîsê de pankartên ku li ser ‘’Rojnamevanên Misirî rizgar bikin’’ vekirin.

Dîrektorê Rojnamevanên Bêsînor Christophe Deloire dîyar kir ku li Misirê her roj azadîya medya tê binpê kirin û li wî welatî ne pêkan e ku meriv rojnamevanekî azad be.

XS
SM
MD
LG