Serokomarê Fransa Emmanuel Macron hewildana darbeyê ya li Sudanê şermezar kir û bang li leşkeran kir ku serokwezîrê welêt û endamên din yên sîvîl yên hikûmetê berdin.
Komeke leşkerên Sudanê roja Duşemê piranîya endamên kabîneya welêt desteser kirin û hikûmeta demkî betal kir.
Li ser hewildana darbeyê li hin bajarên Sudanê protesto li dar ketin ku li gor ajansa nûçeyan ya Reutersê di xwepêşandanan de heta niha 3 kes hatine kuştin.
Reuters dide zanîn ku Serokwezîrê Sudanê Abdalla Hamdok red kiriye ku daxuyanîyeke piştgirîyê dide darbeyê bide û leşkeran ew birine cîhekî nedîyar.
Wezareta Enformasyonê ya Sudanê dîyar kir ku hêzên leşkerî endamên hikûmetê û endamên sîvîl yên Konseya Desthilatê girtine.
Daxuyanîyeke ji Reutersê re hatiye şandin raber dike ku ji Sudanîyan tê xwestin ku rê li ber tevgerên artêşê werin girtin.