Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Daxuyanîyên Tirkîyê yên jibo Azerbaycanê bi Tundî Rexne Dike


Serokê Fransî Emmanuel Macron îro Çarşemê got ku daxuyanîyên Tirkîyê yên wek bi zimanê şer cezaret dide Azerbaycanê ku herêma Qarabaxê jinûve bixe bin kontrola xwe ku ew yek jî nayê qebûl kirin.

“Min daxuyanîya Tirkîyê ya bo piştgirîya Azerbaycanê dît. Bi nêrîna min ew daxuyanî ne baş e û xeter e,” Macron di preskonferansekê de Letonya got.

Serokê Tirkîyê Erdogan roja Duşemê gotibû ku divê Azerbaycan pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û ew jî wek Tirkîyê, bi her awayî piştevanîya wê bikin.

Macron herwiha got ku ewê şer û alozîya navbera Ermenistanê û Azerbaycanê bi Serokê Amerîkî Trump û yê Rûsî Putin re gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG