Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron li Kongresa Amerîkî Trump Rexne Kir


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di axaftina xwe ya li Kongresa Amerîkî de hin polîtîkayên Serok Donald Trump bi zimanekî tund rexne kir.

Macron dîyar kir ku nijadperestîya ku zêde dibe dijî aramîya cîhanê gefan çêdike û bang li rêvebirîya Amerîka kir ku xwe nede ser sîyasetên cihêkirinê.

Macron di axaftina xwe de qala girîngîya têkoşîna dijî guherîna seqa û gemara hewayê kir û got ku ewê Amerîka jinûve tevlî Peymana Îqlimê ya Parîsê bibe.

Endamên Civata Nûneran û yên Senato bo hin beşên axaftina Macron, li ser nigan, bi çepikan pêşwazî kirin.

Kêm caran rêberên welatên din li Kongresa Amerîkî diaxifin.

Macron, ji sê roj re serdana Amerîka kiribû û dabû zanîn ku ew dixwazin bi Îranê re peymaneke navokî ya nû îmza bikin.

Trump dê biryara ser peymana navokî herî dereng heta 12’ê Gulanê eşkere bike.

Trump par dîyar kiribû ku Peymana Îqlimê ya Parîsê bo wan ne adil e Amerîka ji peymanê vekişandibû.

XS
SM
MD
LG