Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Ser Rexneyên Trump Axifî


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bersîva tweetên Serok Donald Trump yên dijî wî da.

Macron di bernameyeke televîzyonê de dîyar kir ku ‘’hevalbendî û dewleteke girêdayî dewletekê ne heman tişt in’’

Wî da zanîn ku Trump dixwaze ku di hindurê Amerîka de balê bikişîne û got ku ''di hevalbendîya demdirêj de rêzdarîya dualî hewce ye.''

Macron dîyar kir ku ew ji tweetên Trump aciz nebûye û bi bîr xist ku Fransa di şerê serxwebûnê de alîkarîya Amerîka kiriye.

Trump piştî beşdarî merasîmên salvegera 100’î ya bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekê bûbû, Macron ji Twitterê rexne kiribû.

Serokê Amerîka di peyamên xwe de dijî bacên gumrukê yên Fransa dide ser şeraba Amerîkî û daxwaza Macron ya derbarê avakirina hêzeke berevanîyê bo Ewrupa, nivîsîbû.

Trump û Macron, roja Şemîyê berî merasîmên li Parîsê kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG