Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Bang li Hevbendan Dike ku Piştgirîya ji Ukrayna re Xurt Bikin


French President Macron attends the Munich Security Conference

Serokê Fransa Emmanuel Macron li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê de bang li hevbendan kir ku piştgirîya leşkerî ya bo Ukrayna xurt bikin.

Macron got ku divê Fransa dest bi êrîşa dijber bike û dîyar kir ku niha bi Moskowê re ne dema dîyalogê ye.

‘’Divê em bi pêgirî piştgirîya xwe ya bo gel û artêşa Ukrayna xurt bikin ku ew dest bi êrîşeke dijber bikin. Bi wî awayî ew dikarin rê li ber danûstandinên pêbawer vekin. “

Serokê Fransî got ku hevbendên Rojavayê yên Kîevê bo şerekî dirêj yê li Ukrayna jî amade ne.

Macron got ku jiber ku Moskow şer bijartiye û pevçûnan gurtir dike û êrîşan dibe ser binesazîyên sîvîl ne dema dîyalogê ye.

XS
SM
MD
LG