Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Komkujîya Sêwasê ya 1993’an Hate Protesto Kirin


Li Enqerê Komkujîya Sêwasê Hate Protestokirin 1
Li Enqerê Komkujîya Sêwasê Hate Protestokirin 1

Li Tirkîyê di 2’yê Tîrmeha sala 1993’an de li Otela Madimak ya li bajarê Sêwasê ji hêla girseyekî tundrew ya Îslamî û netewperestên Tirk ve êrîşek hatibû kirin û otel bi tevahî hatibû şewitandin.

Di vê şewatê de 33 hunermend, helbestvan û rewşenbir, bi tevahî 37 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Doh Duşemê bi sedema salvegera 29’an vê bûyerê de li paytext Enqerê çalakîyeke girseyî hate li dar xistin û kuştina 37 kesan careke din hate şermezar kirin.

Rêxistinên Elewîyan, sazîyên demokratîk, partîyên sîyasî, rewşenbir û gelek hunermend beşdarî vê çalakîyê bûn.

Li Enqerê Komkujîya Sêwasê Hate Protestokirin 4
Li Enqerê Komkujîya Sêwasê Hate Protestokirin 4

Çalakî pêşî bi meşekê destpêkir û li qada bi navê Anit Parkê axaftin û biranîn hatin kirin.

Di meşê de xizmên kesên ku di vê şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn wêneyê ew kesana hiligirtin..

Li qadê ji hêla rexistinên ku ev meş damezrandine daxûyanîyeke hevpar hate dayîn.
Di daxûyanîyê de hate dîyar kirin ku tevî ji ser vê bûyêrî 29 sal derbaz bûye lê, ev doz hê jî di warê hiqûqî de nehatîye bi cîh kirin.

Hate ragihandin ku ji alîyê hin hêzên dewletê ve tê xwestin ku ev doz bê girtin û dozê têxin nav dem borînê.

Di daxûyanîya hevpar de bi berdewamî wiha hat gotin:
“Li ser wê roja reş 29 sal derbaz bû. Li vê derê 33 rewşenbir û bi tevahî 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ev bûyer bû dewletê çavê xwe girt û li vê bûyerê bes temaşe kir. Lê, ew êş hêjî didome. Niha jî em dibînin ku tê xwestin ku ew doz bê girtin û ev komkujî jî were jibîr kirin. Lê,em heta hebin emê vê rojê bidin zindî kirin.”

Her sal li gundê Banazê ya li Sêwasê li gundê Banazê welatîyên Elewî çalakîyên bi navê Pîr Sultan Abdal li dar dixin.

Di 2’yê Tîrmehê sala 1993’an de jî koma ku bo van çalakîya çûbûn Sêwasê li Otela Madimakê de war danîbûn. Lê li nav bajarê Sêwazê de girseyeke kevneparêz bertêk nîşan da û Otela Madimakê agir pê xistibûn û şewitandibûn.

Di vê şewatê de stranbêj Hasteret Gultekîn, nivîskar Asim Bezîrcî, karîkaturîst Asaf Koçak jî tê de 33 rewşenbîr mirin. Ji vana 2 personelên otelê û 2 jî êrîşker di şewatê de jiyana xwe ji dest dan.

Hun dikarin tevahîya bernama Tirêj ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Li Enqerê Komkujîya Sêwasê Hate Protestokirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00
XS
SM
MD
LG