Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Amerîka û Kolombya bi Hewildana Kuştina wî Tawanbar Dike


Serokê Venezuela Nicolas Maduro
Serokê Venezuela Nicolas Maduro

Serokê Venezuela Nicolas Maduro got ew ji hewildaneka kuştinê rizgar bû ku bi riya firokeka bê firokvan bû û wî Amerîka û Kolombya tawanbar kirin.

Rawêjkarê ewlekariya niştimaniya Amerîka John Bolton ev tawanbarî red kir û got Amerîka çi rol di vê êrîşê de nebû.

Di axaftineke Tilfizyonî de Maduro deregî Şemiyê got “her tişt nîşan dide” baskê rastrew li welatê Kolombiya di pişt vê hewildanê de ye.

Wî got Xweda, welatî û hêzên leşkerî ew ji kuştinê parast.

Maduro got:

“Ew firoka bê firokvan ji bo min hatibû lê mertaleka hezkirin hebû… Ez piştrastim ezê bo gelek salên din bijîm.”

Serkirdeyê Venezuela got jimarek pîlanker hatine girtin lê wî çi agahiyên berferhtir dabîn nekirin.

XS
SM
MD
LG