Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Dide Zanîn ku Hewildana Darbeyê Têk Diçe


Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kir ku ‘’hewildana darbeyê’’ ya Juan Guaido dê têk biçe.

Maduro da zanîn ku ew dê ‘’kesên piştgirîya hewildana darbeyê kirine radestî dadgehê bikin’’

Do Sêşemê di pevçûnên li Karakas ya paytext de pirtirê 100 kes birîndar bûbûn.

Rêberê opozîsyonê Juan Guiado dîyar dike ku êdî ti hikmê Maduro li ser artêşê nemaye û îdia dike ku desthilat dê di demeke nêz de biguhere.

Guaido îro Çarşemê jî bang li gel kir ku bo xwepêşandanan derkevin kolanan.

Amerîka, Brîtanya û pirtirê 50 welatên din Guadio wek serokê demkî yê Venezuala nas dike.

Li alîyê din, Çîn, Rûsya û Tirkîye piştgirîya Maduro dikin.

XS
SM
MD
LG