Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Maduro, Juan Guaido ji Kar Dûr Xist


Rejîma Serokê Venezuela Nicolas Maduro, Serokê Parlamantoya Neteweyî Juan Guaido bo 15 salan ji kar dûr xist.

Karbidestên rejîma Maduro dîyar dikin ku Guaido ser mesrefên di serdana walatên derve de ti agahî nedaye û jiber vê ji kar hatiye dûr xistin.

Guaido, ku xwe di meha Rêbendanê de wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû, biryara rejîma Maduro red kir.

Wî dîyar kir ku bi tenê ‘’parlamantoya rêwa’’ dikare biryareke wisa bide û da zanîn ku ew dê têkoşîna xwe bidomînn.

Amerîka û jimareke welatên Ewrupa dijî Maduro piştgirîya Guaido dikin.

XS
SM
MD
LG