Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Banga Dîyalogê Dike, Guaido Wî bi Dîktatorîyê Tawanbar Dike


Roja Serxwebûnê ya Venezuela ya 5’ê Tîrmehê bi du bernameyên cuda hat pîroz kirin.

Nicolas Maduro li Karakas ya paytext beşdarî merasîma leşkerî bû û rêberê opozîsyonê Juan Guaido, ku xwe wek serokê demkî ragihandiye, bi alîgirên xwe re meşek li dar xist.

Maduro di axaftina xwe de banga dîyalogê kir, lê Guaido da zanîn ku Maduro mafên mirovan binpê dike û ew bi dîktatorîyê tawanbar kir.

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi raporekê dabû zanîn ku rêvebirîya Maduro bi awayekî giran mafên mirovan binpê dike.

Karbidestên Venezualî dîyar dikin ku di rapora NY’ê de şaşî hene û bang li berpirsan dikin ku raporê rast bikin.

XS
SM
MD
LG