Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro: NY Kengî Bixwaze Dikare Îdiayên Ser Binpêkirina Mafên Mirovan Vekole


Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kir ku Berpirsa Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet kengî dixwaze dikare bo vekolînan serdana welatê wî bike.

Bachelet, Caracas ser destûrnedana bo vekolîna binpêkirina mafên mirovan hişyar kiribû.

Maduro, li ser pirsa ‘’Hûn dihêlin ku komek were li Venezuela binpêkirina mafên mirovan vekole?’’, ji rojnamevanan re got ku ‘’Bêguman, kengî dixwazin dikarin werin’’

Bachelet, ku berê Serwezîra Şîlî bû, ji 1’ê Îlonê vir ve rêvebirîya Civata Mafên Mirovan yên NY’ê dike.

Civatê, roja Pêncşemê biryareke ku fikarên li ser binpêkirina mafên mirovan dibêje pejirand û bang li rêvebirîya Venezuela kir ku rê bide berpirsên NY’ê ku li wî welatî vekolînan bike û raporan hazir bike.

Bachelet ser destûra bo vekolîna binpêkirina mafên mirovan ji parlamentoya Venezuela pejirandineke fermî dixwaze.

Di Civata Giştî ya NY’ê de jî binpêkirinên mafên mirovan yên li Venezuela hat axaftin.

5 welatên Amerîka Latîn û Kanada bo îdiayên derbarê zext û tawanên dijî rikeberîya Venezuela werin vekolan, serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dan.

Hikûmeta Venezuela temamê îdiayan red dike û dide zanîn ku ew ‘’propagandayeke dijminane’’ ye.

XS
SM
MD
LG