Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Maduro Hember Toleyên Amerîkî Alîkarîya OPEC'ê Xwest


Maduro û Sekreterê Giştî yê OPEC’ê Mihemed Barkindo
Maduro û Sekreterê Giştî yê OPEC’ê Mihemed Barkindo

Li gor nûçeya Reutersê, Nicolas Maduro hember toleyên aborî yên Amerîka yên dijî sektora neftê ya welatî wî, alîkarîya Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) xwestiye.

Daxwaz di 29’ê Rêbendanê de hatiye kirin û Maduro nameyek şandiye Sekreterê Giştî yê OPEC’ê, Mihemed Barkindo.

“Welatê me hêvî dike ku derheqa maytekirin û destdirîjîya neqanûnî ya Amerîka ya nav karên hindurîn yên Venezuela, hevgirtin û piştgirîya xurt ya dewletên endam wergire,” Maduro di nameya xwe de gotiye.

Jêderên agahdar ji Reutersê re got ku rêvebirîya OPEC’ê heta niha ti daxuyanî ser nameya Maduro nedaye bîragiştî.

OPEC dibêje ku ew bi polîtîka û rêbazên derbarê petrolê alaqadar e û ew naxwaze têkeve nav mijarên sîyasî.

Sala borî jî daxwaza Îranê ya gotûbêjkirina toleyên Amerîkî yên hember wê, ji alîyê rêvebirîya OPEC’ê ve hatibû red kirin.

XS
SM
MD
LG