Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Endamên Rikeberîyê Desteser Dike


Sazîya îstixbaratê ya girêdayî Serokê Venezuela Nicolas Maduro, berdevikê rêberê rikeberîyê Juan Guaido desteser kir.

Guaido ser desteserkirina berdevikê wî Roberto Marrero dîyar kir ku ‘’qelsî’’ ye.

‘’Ew dizanin ku ew nikarin serokê demkî yê welêt birevînin. Xebatkarên wî, parlamanterên wî direvînin, lê ew nikarin me rawestînin’’ Guaido got.

Yek ji pêşengên rikeberîyê Sergio Vergera jî da zanîn ku xebatkarên îstixbaretê bi ser mala wî de girtine û ajovanê wî desteser kirine.

Guaido di meha Rêbandanê de dijî rejîma Maduro xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Amerîka û bi qasî 50 dewletên din li hember Maduro piştgirîyê didin Guaido.

XS
SM
MD
LG