Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kir ku di hewila kuştina wî de destê du siyasetvanên rikeberîyê heye.
Maduro da zanîn ku gotinên 6 kesên piştî hewila kuştinê hatine desteser kirin, Jolio Borges yê li Kolombîya dijî û Juan Requsens yê ku di protestoyên dijî hikûmetê de pêşengî dikir, nîşan didin.
Maduro derbarê wan siyasetvanan got ku ‘’Em dizanin ku ew ewqas tirsonek in ku dikarin xwe di nav tiştekî wisa kin’’
Ji medya civakî dîmenên desteserkirina Requsens hatin belav kirin.
Borges ser tawanbarkirina Maduro ji Twitterê dîyar kir ku Maduro bo ‘’zexta li ser rikeberîyê zêde bike dek û dolab çêkirine û ti kes bi wî bawer nake’’