Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Bang li Artêşa Venezuela Dike ku Amade Be


Serokê Venezuela Nicolas Maduro, piştî nûçeyên ser daxwaza Serokê Amerîka Donald Trump ya bo dagirkirina Venezuela, bang li artêşa xwe kir ku amade be.

Maduro di merasîmeke leşkerî de dîyar kir ku ewê têkoşîna bo berevanîya welatê xwe bidomîn.

‘’Her tim amade bin, çinku em dê berevanîya mafê me yê dîrokî, jîyana bi aştî, bikin’’ Maduro got.

Li gor nûçeyên di medya Amerîkî de, Trump, Tebaxa borî ji şîretvanên xwe yên siyaseta derve dagirkirina Venezuela pirsîbû.

Medya Amerîkî ji zarê karbidestekî payabilind dîyar kir ku Trump dagirkirina Venezuela di civîneke bo toleyan de axifîfîye û ji hin rêberên Amerîka Latîn re jî qala wê ramanê kiriye, lê şîretvan û rêber dijî fikra dagirkirina Venezuela derketine

XS
SM
MD
LG