Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro: Bo Aştîya Venezuela Dikarim bi Rikeberîyê re Rûnim


Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser kêşeya sîyasî ya welatê xwe gotinên nû kirin.

Maduro ji ajansa fermî ya Rûsya, RIA re dîyar kir ku ew dikare bi rêka navbeynkarên navneteweyî bi rikeberîyê re danûstandinan bike.

‘’Bo berjewendîya Venezuela, çêkirina aştîyê û berevanîya wê bo siberojê ez hazir im ku bi rikeberîyê re li maseya danûstandinê rûnim’’ Maduro got.

Ji alîyê din ve, Serdozgerê Venezuela Tarek William Saab bo Juan Guaido, ku xwe wek serokê demkî yê Venezuela dîyar kiribû, qedexeya derketina derve ragihand.

Di heman demê de, hesabên bankayê yên Guadio û hin sîyasetvanên din yên rikeberîyê hatin cemidandin.

XS
SM
MD
LG