Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî: Biryara Ser Berdana Demîrtaş Biryareke Girîng Bû


Serokê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) Robert Spano dîyar kir ku hikûmet divê li gor biryarên dadgehê tevbigerin.

Spano da zanîn ku biryarên ECHR’ê bo hemî dewletan girêdar e.

Wî got ku di sala 2020’an de yek ji biryarên herî girîng ya ECHR’ê berdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bû.

Demîrtaş di sala 2016'an de bi îdiayên ser ''avakirina rêxistinan bo tawanan'', ''endamtîya bo rêxistinên terorî'', ''endamtîya rêxistina terorî ya çekdar'', berê hatibû desteser kirin û dûre jî hatibû girtin.

Li gor daxuyanîya Spano, serlêdanên jî Tirkîyê di sala 2020’an de li gor sala sala 2019’an 27 ji sedê zêde bûne.

XS
SM
MD
LG