Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

40 Rexistinên Mafên Mirovan Bang li NY Dikin ku Ser Rewşa Îranê Dengê Xwe Bilind Bike


Logoyên rexistinên mafên mirovan ku ya Îranê şermezar dikin.
Logoyên rexistinên mafên mirovan ku ya Îranê şermezar dikin.

Zêdetirî 40 rexistinên mafên mirovan bi daxuyanîyeke hevpar tepeserkirina kujer ya Îranê ser xwepêşandanên dijî desthilatdarîya li Tehranê şermezar kirin û fîkarên xwe anîn ziman;.

Rexistinên mafên mirovan dîyar kirin ku ew bi sedema rewşa li Îranê xwedî fikarên kûr in; jiber seferberkirina mekanîzmayên zordestiyê yên desthilatdarên Îranî, bo çewisandina bi rêkên hovane xwepêşandanên ku li seranserê welêt didomin.

Wan hevdem anî ziman ku kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî jiber qanûnên cudakarî û destdirêjî yên cilûbergan yên mecbûrî yên Îranê pêk hatiye, ku nîşan dide tundîtûjiya dijî jin û keçan li Îranê berdewam dike dike û mafê wan yê rûmet û xweserîya laş, ji destê wan distîne.

Rexistinan dan zanîn ku delîlên ku wan berhev kirine nîşan didin hêzên ewlekarî yên Îranê, bi qestî û dijqanûnî dijî xwepêşander û temaşevanan guleyên rastîn û şêwazên kujer bi kar tînin.

Di nav de Efûyê ya Navneteweyî (AI) û Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), rexistinan ragihand ku di ecikandina berdewam da, heya niha zêdetirî 200 kes di nav wan de herî kêm 23 zarok, li Sîstan û Belûçistan, Kurdistan û parêzgehên din li seranserê Îranê hatine kuştin bi sedan kesên din jî hatine birîndar kirin.

Wan herwiha ragihandin ku hejmarên rastîn dibe ku pir bilindtir bibin.

Berevankarên mafê mirovan bal kişandin ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de bi hezaran kesên din jî hatine desteser kirin.

“Ji 18’ê Îlona 2022’an û vir ve zêdeyî hezar xwepêşander, parêzvanên mafên mirovan, aktîvîstên civaka sivîl, rojnamevan, xwendekarên zanîngehê û zarokên dibistanan bi awayekî keyfî hatin girtin û hinek ji wan jî bi tawana ku ew “ dijî ewlekarîya neteweyî tevdigerin” hatin desteser kirin.

Di daxyanîyê hat ragihandin ku rexistinên mafan di pêlên berê yên xwepêşandanên girseyî de jî şêweyên berbelav yên tawanên hiqûqa navneteweyî û binpêkirinên din yên giran yên mafên mirovan, yên dijqanûnî, belge kiribûn.

Wan gotin ku li Îranê kuştinên ku jiber karanîna zorê ya nerewa pêk tên, di nav de hêza kujer, girtin û destersekirinên keyfî yên girseyî, windakirinên bi darê zorê, êşkencekirin û muameleya xerab, û cezakirina kesan bi cezayên dirêj ên zindanê û darvekirinên piştî darizandinên kin û neheq.


Rêxistinên mafan herwiha helwesta civaka navneteweyî jî rexnekirin jiber ku ew bilî daxuyanîyên şermezarkirinê û bangên li karbidestên Îranî bertek û pîvanên hevgirtî bi kar naynîn.

Wan gotin jiber vê helwesta ne kêrhatî bêhejmar zêdetir mêr, jin û zarok rûbirûyê kuştin, seqetkirin, êşkencekirin, destdirêjiya seksî û zindankirinê ne û herwiha ew metirsîdar in ku delîlên tawanên giran wê werin winda kirin.

“Ev gera dawî ya rijandina xwînê yali Îranê, jiber şêwaza kûr û dirêj ya bêcezakirina sîstemî ya tawanên herî giran yên navneteweyî jiber bêçalakîya navneteweyî zêde dibe ku Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi têra xwe ser wê neskinîye.“

Rexistinan bang li Civata Mafên Mirovan ya NY kirin ku demûdest bi darxistina civîneke taybet tevbigere û mekanîzmayeke serbixwe ya lêpirsîn, rapor û berpirsîyarîyê ava bike.

Yekîtîya Ewrupa (YE) do Duşemê toleyên nû ser wezîrê ragihandinê yê Îranê, "polîsê exlaqî" û karbidestên payebilind yên din ragihand.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) do Duşemê ragihand ku di xwepêşandanan de heya niha herî kêm 215 kes hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.

Berevankarên mafê mirovan bal dikşînin ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de bi sedan kesî birîndar bûne û bi hezaran kesên din jî hatine desteser kirin.

Navên rexistiên ku ev daxuyanî îmza kirine wiha ne: Abdorrahman Boroumand Center for Human Rights in Iran,The Advocates for Human Rights,All Human Rights for All in Iran, Amnesty International , Article18, Article 19, Arseh Sevom , Association for the human rights of the Azerbaijani people in Iran (AHRAZ), Association for Women’s Rights in Development (AWID), Baloch Activist Campaign, Balochistan Human Rights Group (BHRG) ,Cairo Institute for Human Rights Studies,Center for Human Rights in Iran,Centre for Supporters of Human Rights,CIVICUS,Ensemble Contre la Peine de Mort, FEMENA,Freedom from Torture,Front Line Defenders, Global Centre for the Responsibility to Protect, Gulf Center for Human Rights, Haalvsh, Hengaw Organization for Human Rights,Human Rights Activists in Iran (HRA),Human Rights Watch,Impact Iran,International Commission of Jurists, International Federation for Human Rights (FIDH), International Service for Human Rights (ISHR),Iran Human Rights,Iran Human Rights Documentation Center (IHRDC),Justice for Iran,Kurdistan Human Rights Association-Geneva (KMMK-G),Kurdistan Human Rights Network,Kurdpa Human Rights Organisation,League for the Defence of Human Rights in Iran,Miaan Group ,Minority Rights Group International (MRG),Rasank,Siamak Pouzand Foundation, 6Rang (Iranian Lesbian and Transgender NetworkWomen’s International League for Peace and Freedom, World Organisation against Torture (OMCT).

Hun dikarin tevahîya daxuyanîyê ji ser lînka jêrîn bixwînin:

https://www.hrw.org/news/2022/10/17/un-human-rights-council-must-hold-special-session-iran

XS
SM
MD
LG