Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Esmanî Ya Amerîka li Somalya 3 Endamên Al-Şabab Dikuje


Grûba çekdarên al-Shabab li Maqadîşu-Somalia li 2009.
Grûba çekdarên al-Shabab li Maqadîşu-Somalia li 2009.

Hêzên leşkerê Amerîkî dibêje, hêzên wan yên esmanî li Somalya êrîşek li dij çekdarên rêxistina al-Şabab pêkaniye, di êrîşê de 3 "terorist"hatine kuştin.

Fermandariya artêşa Amerîkî li Afrîqa daxûyaniyek weşand tê de dibêje, hêzên wan li nêzîk bajarokê Jilib li navenda herêma Juba êrîşek bo ser endamên al-Şabab encam daye, di êrîşê de 3 endamên al-Şabab hatine kuştin û hatiye zanîn ku ti sivîlek di êrîşê de ne hatiye kuştin.

Hêzên Amerîka, li parzemîna Afrîqa çendîn êrîşên esmanî yên firokeyên bê firokevan li dij rêxistina terorîst ya al-Şabab encam dane, hinek êrîş dîsan li dij grûba Îslamî ya tûnd rê ya girêdayî DAIŞ'ê li herêma Puntland li bakurê wî welatî pêk anîne.

Piştî Trump hat ser desthilatê, êrîşên ser rêxistinên şîdetkar zêde bûne, di sala bûrî de 30 êrîşên firokên bê firokevan "dronan" bo sera armancên al-Şabab pêk anîne, rêxistina şîdetkar al-Şabab Çirya sala bûrî êrîşeka bi Trakê li paytext Maqadîşu encam dabû, di êrîşê de 512 kes hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG