Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abas Bang li NY Dike ku Dijî Plana Trump ya Ser Gazayê Derkeve


Rêberê Filîstînîyan Mahmud Abas ser plana Trump ya derbarê Gaza bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku berevanîya herêmê bike.

Abas dîyar kir ku divê ‘’gelê Filîstînî û mafên wan yên nayên dewrkirin’’ werin parastin.

Wî got ku ger plana Trump ya ser herêmê pêk were ewê hiqûqa naneteweyî bi awayekî cidî were binpê kirin.

Hamasê jî ser pêşnîyara Trump, ku li gor wê Washington herêmê bi rêve dibe, got ku ewê kaos û girjîyê çêke.

Wê rêxistinê dîyar kir ku Trump li şûna ku cezayan bide Îsraîlê dixwaze xelatan bide wê.

Trump dibêje ku ew dikarin Gaza jibo jinûveavakirinê vala bikin û Filîstînîyan li Misir û Urdunê bi cîh bikin.

Berî banga dawî ya Trump jî Misir û Urdunê li ser fikra bicîhkirina Filîstînîyan li welatên wan nerazîbûnên xwe ragihandibûn.

Wezareta Derve ya Misirê got ku bê ku Filîstînî ji warên wan werin derxistin divê Gaza jinûve were ava kirin.

Şefê Mafên Mirovan yê NY’ê Volker Turk îro Çarşemê got ku dersînorkirina mirovên li Gaza ya dagirkirî dijî qanûnê ye.

Turk dîyar kir jibo gelan dîyarkirina siberojê mafê hiqûqa navneteweyî ye û got ku divê hemî dewlet berevanîya vî mafî bikin.

Wî got ku bi darê zorê derxistina mirovan ji warên wan qedexe ye.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG