Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestan Piştrast Kir ku di Êrîşa Duşemê de, 36 Kes li Nêzî Kabulê Hatine Kuştin


Tetsuya Yamagami, bottom, is detained near the site of gunshots in Nara Prefecture, western Japan. Former Japanese Prime Minister Shinzo Abe died after being shot during a campaign speech.
Tetsuya Yamagami, bottom, is detained near the site of gunshots in Nara Prefecture, western Japan. Former Japanese Prime Minister Shinzo Abe died after being shot during a campaign speech.

Karbidestên Afganî îro Sêşemê piştrast kir ku di êrîşeke Talîbanê ya roja Duşemê de, herî kêm 36 kes li bingeheke leşkerî ya nêzî Kabulê hatine kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku di êrîşê de herwiha 58 kesên din jî birîndar bûn.

Ragihandina fermî ya derheqa êrîşê, 24 demjimêr piştî çêbûna bûyerê tê ku çekdarên Talîbanê avêtibûn ser fêrgeheke leşkerî ya li bajarê Meydan Şar ku 50 kîlometre ji paytxet dûr e.

Jimareke karbidestên ku nexwst navê wan eşkere be, ji medya re gotibûn ku di êrîşa sibeha Duşemê de pirtir ji 126 kesan hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Piranîya kesên kuştî komandoyên Afganî bûn ku ji alîyê Rêvebirîya Ewlekarîya Newtewî ve li fêrgeha leşkerî ya navdar hatibûn cîh kirin.

Talîbanê berpirsîya êrîş rakir ser xwe û ragihand ku pirtir ji 90 hêzên taybet yên Afganî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG