Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hevjînên Kal û Pîr ji Endamtîya Rêxistina Terorê Hatin Girtin


''Roja Sêşemê li bajarokê Artemêt (Edremît) ya Wanê Makbule Ozer a 80ê salî û hevjînê wê Hadî Ozer (78), bi sucê ‘endamtîya rêxistina terorê’’ hatin girtin.

Hevjînê kal û pîr 2,5 sal wê li zindanê bimînin.

Dadgeha heremî berîya du salan cezayê zindanê li Makbule û Hadî Ozer birî. Parêzerên wan doz bir Dadgeha Bilind, lê ji wir jî ceza hate erê kirin û ji bilî ketina zindanê rê li pêş hevjînê kal û pîr nema.

Kurê wan Ubeydullah Ozer ji Dengê Amerîka re got ku dayika wan hekîma Kurdî ye, hestîyên şikestî yên ji cî derketi derman dike. Herwiha bi gil û gîya gelek nexweşîyên jinan jî derman dike.

“Jineke ku pîyê wê ji cî derketîye hatiye ba dayika min ku hestîyê wê bike cî. Lê polîsan avêt ser malê û kî li mal hebe hemîyan desteser kirin,” Ubeydullah got.

Li gorî agahîyên Ubeydullah, li ser wê jina ku bo dermankirinê hatiye nasnameyeke cuda hebûye û xwedîyê nasnamê şervana PKKê bûye, ku berî çend salan di pevçûnekê de jîyana xwe ji dest daye. Lê, ne ew ne jî dayika wan ji vê yekê agahdar bûne.

Ew jin ji endamtîya rêxistina terore hatiye girtin û derheqa wan jî jî heman doz vebûye, lê tenê ceza li dê û bavê wî hatiye birîn.

''Gelek nexweşîyên dayika min yên wek tansîyon, nexweşîya hestîyan hene û ew miroveke pîr e, lê dîsa jî ew hate girtin,” Ubeydullah bi berdewamî got.

Parêzerên wan jibo ku kal û pîr cezayê xwe li malê bikşînin serî li dadgerîyê dabû, lê ev serdan jî hate red kirin bi sedema ku şertên qanûnî çênebûne.

Ubeydullah xema xwe dîyar dike ku dê û bavê wî ji zindanê sax dernekevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku HDP jî rewşa Makbule û Hadî Ozer anî rojeva parlemanê.

KHF_05_11_2022_Makbule_Hadî_Ozer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG